Amnesty sêdardana sê xortên Kurd şermezar kir

08-09-2018
RÛDAW
Nîşan Luqman Muradî Zanyar Muradî Ramîn Husên Penahî Sêdaredan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Amnesty International ragihand: “Em li hember sêdaredana Zanyar û Luqman Muradî û Ramîn Husên Penahî ji aliyê desthilata Îranê ve, mat mane.”

 

Ofîsa Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) ya Karûbarên Îranê diyar kir ku tevî şermezarkirina sêdaredan û daxwaza Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, rayedarên Îranê ew sê kes sêdare dan.

 

Amnesty International herwiha eşkere kiriye: “Em ji kûrahiya dilê xwe ve hevxemê malbatên Zanyar û Luqman Muradî û Ramîn Husên Penahî ne.”

 

Luqman û Zanyar Muradî ku nêzîkî 10 sal in bi tohmeta kuştina kurê melayê bajarê Merîwanê di girtîgehê de bûn û cezayê darvekirinê derbarê wan de hatibû dayîn, vê sibehê roja 08-09-2018an cezayê wan hat cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst