Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî hate sêdaredan

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî îro danê sibê li Girtîgeha Recayê Şar a bajarê Kerecê ji aliyê Îranê ve hate sêdaredan.


Birayê Ramîn Husên Penahî, Emcet Penahî ji Rûdawê re ragihand, ku îro Şemiyê (08-09-2018) birayê wî Ramîn Husên Penahî li girtîgehê demjimêr 04.00ê danê sibê hatiye darvekirin.

 

Emcet Penahî da xuyakirin, ku malbata wî jî serdana girtîgehê kirine lê berpirsên girtîgehê ji wan re ragihandine ku wan li gorî rêwresmên xwe Ramîn bixak spartine.

 

Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî roja 23ê Hezîrana 2017ê li bajarê Sine bi birîndarî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hate girtin.

 

Di Çileya 2018ê de Dadgeha Şoreşê ya Sineyê cezayê sêdaredanê da Panehî û di 13ê Tebaxa 2018ê jî ji bo Girtîgeha Recayî Şar a bajarê Kerecê hate veguhestin.

 

Ramîn Husên Penahî ev demek bûy di jûreke takekesî de dihate girtin û ev 13 roj bûn di gireva birçîbûnê de bû. Ji bo sekinandina biryara darvekirinê li Kurdistan û deveyî welat çalakvanên mafên mirovan çendîn caran kempîn sazkirin û van çalakiyan di raya giştî de deng veda.