Kesekî Efxan 10 kes bi kêrê kuştin

08-08-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Efxanistan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di şerekî de li bajarê Refsencanê yê Îranê, kesekî Efxanistanî bi kêran 10 kes kuştin û kesekî din û xwe jî birîndar kir.

Li gor berpirsên parêzgeha Kirman a Îranê, bûyer duh Yekşembê 7ê Tebaxê û piştî nîvro çêbûye. Medyayên Îranê belav kirine, ku welatiyekî xelkê Efxanistanê bi çend kesan re şer kiriye û di şer de 6 kesên ji Efxanistanê û 4 welatiyên ji Îranê bi derbên kêran kuştine.

Qaymeqamê Refsencanê, Hisên Rizayî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihandiye, bûyer bi sedema kêşeya zeviyên çandiniyê bûye û tekez kiriye, “Kesekî xelkê Efxanistanê bi kêrê 6 Efxanistanî û 4 Îranî kuştine û çend kes jî birîndar kirine.”

Bi gotina Qaymeqamê Refsencanê, ew kesê Efxanistanî ji cihê bûyerê reviyabû, lê di dema derketin ji parêzgeha Kirmanê de hate desteserkirin.

Birayê kuje jî li cihê bûyerê bûye û ji aliyê Polîsê Îranê ve hatiye desteserkirin. Wî ji polîs re gotiye, birayê wî pirsgirêka derûnî pê re hebûye û maddeyên hişbir jî bikar dianî.

Hisên Rizayî destnîşan kiriye, “Pirsgirêk di navbera wî û çend kesan de li ser bîra ava çandniyê bûye, wî kesê Efxan kêşeya derûnî hebûye, di dema derketina şer de, hinek kesan hewla navbeynkariyê dane, lê êrîşkar li wan jî daye û navbeynkar jî kuştine.”

Cîgirê Parêzgarê Kirmanê, Rehman Celalî jî derbarê bûyerê de ragihandiye, bûyer li nêzîk bîreke avê li baxeke Refsencanê çêbûye û di navbera welatiyên ji Efxanistanê de pirsgirêk hebûye û şer ji ber wê derketiye.

Rehman Celalî herwiha daye xuyakirin, “kesekî Efxan di destpêka şer de du karkerên Efxan kuştine û paşê 4 Îranî kuştine ku nêzîkî bûyerê bûne. Paşê hejmarek Efxanistaniyên din çûne cihê bûyerê û kujer 4 kesên din jî kuştine.”

Îranê sînorekî dûr û dirêj bi Efxanistanê re heye û ji ber şer û pevçûnên li Efxanistanê û rewşa wî welatî hejmareke zêde ya penaberên Efxan li Îranê dijîn.

Di destpêka bihara îsal de medyayên Îranê belav kirin ku nêzîkî 8 milyon Efxan li Îranê dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst