Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amara saziya mafên mirov a Îranê ku ji aliyê saziyên navdewletî yên mafên mirov jî tê piştrastkirin, 76%ê kesên ku di heyama çend salên dawiyê de li Îranê hatine bidarvekirin, bi tohmeta kirrîn û firotina madeyên hişbar bûye. Çalakvanên warên mafên mirov li rojhilatê Kurdistanê jî vê yekê qebûl dikin û dibêjin, ew bawer nakin ku li pişt bidarvekirina kurdên ku bi vê tohmetê tên bidarvekirin, “tohmetên siyasî” hebin, ji ber ku komara îsalmî ya Îranê “bixwe madeyên hişber li nav kurdan de belav dike.”
Li gorî amara saziya mafên mirov a Îranê, par herî kêm 580 kes ji ber sûcên cur bi cur ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve hatine bidarvekirin ku tê gotin li gorî amarên 15 salên borî ev cara yekê ye ewqas kes tên bidarvekirin. Li gorî heman jêderê tenê nîvê amara han bi fermî hatine ragihandin û yên din bi awayek veşartî hatine kirin.
Li gorî rapora han, 76% ji kesên ku hatine bidarvekirin bi tohmeta kirrîn, firotin û bikaranîna madeyên hişber bûye ku 20%ê van kesan li ber çavên xelkê hatine îdamkirin.
Gelo birastî kesên ku li Îranê ji ber madeyên hişbar tên bidarvekirin bi taybet xortên kurd, sûcên wan kirrîn û firotina madeyên hişbar e yan na. Derheqê vê mijarê de endamê encumena navendî ya komela mafên mirov a kurd li Ewrûpa Seîd Senendecî ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Mixabin rast e. Kurdên ku li ser madeyên hişbar tên îdamkirin birastî ketine nav karên bazirganiya madeyên hişbar.”
Senendecî diyar kir ku ew bawer nake ku li pişt bidarvekirina kurdên ku li ser madeyên hişber tên îdamkirin tiştek siyasî hebe û wiha anî ziman: “Ji ber ku komara îslamî ya Îranê bi destê xwe madeyên hişber li nav xort û gencên kurd de belav dike û gelek caran rayedarên îranî ev yek eşkere kirine ku dixwazin bi madeyên hişber ‘çekan ji destê xortên kurd derbixin’ û nehêlin hizra tiştekî din bikin.”
Seîd Senendecî da zanîn ku her meh rapora xwe ya li ser rewşa mafên mirov li rojhilatê Kurdistanê didin raporterê NY yê mafên mirov li Îranê Ehmed Şehîd û wiha domand: “Lê ji ber ku em lawaz in û kes pişta me nagire dengê me zêde nayê bihîstin.”
Senendecî anî ziman ku serokomarê nû yê Îranê Hesen Rûhanî jî nikare pêşiya îdaman bigire ji ber ku roja ku Rûhanî bû serokomar, 5 kes li Îlamê hatin bidarvekirin.
Wî endamê encumena navendî ya komela mafên mirov a kurd li Ewrûpa ragihand, wan çend caran ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestine komcivînekê li ser rewşa mafên mirov li rojhilatê Kurdistanê saz bikin lê heta niha bersiv nedane.
Çalakvanê kurd dr. Şêx Aqayî jî mîna Senendecî di wê baweriyê de ye ku li pişt îdamên ku li ser madeyên hişbar tên kirin, mebest û tohmetên siyasî nîne.
Dr. Aqayî ji Rûdawê re diyar kir ku eger 10 kes ji ber madeyên hişbar bên îdamkirin bi sedan kes jî ji wê tohmetê “bi zora bertîl û pêwendiyên taybet” ji îdamê rizgar dibin.
Li gorî dr. Aqayî, sîstema daraza Îranê sîtemek gendel û hêzek mafyayî li piştê ye.
Li gorî qanûna Îranê ku qanûnek îslamî ye, her kesê ku xeşxaş yan kokayîn biçîne:
*Cara yekem 1-10 milyon tûmen tê cezakirin
*Cara duyem 5-50 milyon tûmen tê cezakirin û 37 qamçiyan dixwe
*Cara sêyem 10-100 milyon tûmen tê cezakirin, 70 qamçiyan dixwe û 5 salan jî dikeve zîndanê
*Cara çarem tê bidarvekirin
Her wiha li gorî qanûnê, eger kesek du caran ser hevdû 5 kg “tiryak” pê re bê girtin dê were bidarvekirin, her wiha kesê ku zêdetirî 30 gr heroyîn yan jî morfîn pê re bê girtin dê were îdamkirin.
Li gorî amarên saziyên mafên mirov ên navdewletî, Îran piştî Çînê dê rêza duyem a bidarvekirinê de ye, ji ber wê jî gelek caran saziya mafên mirov a NY ji ber vê yekê rexne li komara îslamî ya Îranê girtiye û rejîma Tehranê jî rexneyên han wek “destxistina nav karûbarên navxwe” bi nav kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse