Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê dibêje, eger bendav neban, dê ji ber lehiyan hezaran kes xeniqîban û dê zirarên gellek mezintir bigihîştiba navçeyên cuda cuda yên Îranê.

 

Hesen Ruhanî roja Yekşemiyê di merasima vekirina çend projeyan de li Tehranê, berevanî li siyaseta çêkirina bendavan li welatê xwe kir û bi siyaseteke dirist bi nav kir. Ruhanî got, hinek proje hene ku ji bo demdirêj tên çêkirin.

 

Xelkê parêzgeha Loristanê û hin şareza jî, hejmara zêde ya bendavan bi sedema berfirehbûna lehiyan û zêdebûna zirarên lehiyan dibînin. Bi gotina şarezayan, eger bendav nebin rûbar dê hêdî hêdî cihê xwe berfireh bikin û di dema lehiyan de jî av naçe nav bajar û gundan.

 

Hin pispor jî dibêjin, rêveberiyên bendavan di dema baranbarîna îsal û lehiyan de bi awayekê dirist kar nekirine, ji ber ku di destpêkê de ava bendavan bernedane û piştî ku barîna baranê zêdetir bû, neçar man û ava pişt bendavan berdan û ew yek jî bûye sedema lehiyên mezin.

 

Lê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, siyaseta çêkirina bendavan li Îranê bi siyaseteke dirist dibîne.

 

Hesen Ruhanî di vê derbarê de got: “Di vê heyamê de me dît ku projeyên pêşxistinê, canê hezaran kesî rizgar kir. Temaşe bikin, eger bendavên Xûzistanê nabûna, eger bendavên Diz, Kerxê, Gotvend, Karûn û Şehîd Ebaspûr nebûna, niha rewşa parêzgeha Xûzistanê bi çi awayî dibû. Şevên baranan, şeva 12ê mehê (meha Îranî) di her çirkeyekê de 8 hezar û 500 metrên sê ca ava lehiyê dirijiya nav Kerxê, êdî eger bendava Kerxê nebûya, bi hemû wê 8 hezar û 500 metrên sê ca, helbet ev yek tenê di rêya Kerxê re, çimku rêyên din jî hebûn, çi dihate serê Xûzistanê. Bajarên rojhilat û rojava û bajarên li navenda Xûzistanê. Hinek proje hene ku divê di heyemeke demdirêj de em bibînin.”

 

Ji destpêka buhara îsal ve çend şepêlên bihêz ên baranê, esmanê çend parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li xwe girtin û bûne sedema baranbarîneke berfireh li 16 parêzgehan.

 

Di encama baranbarîna xurt de, li çend parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê lehî rabûn. Bi sedema wan lehiyan, ji bilî zirarên mezin ên darayî û hilweşîna bi hezaran mal û avahiyan û zirardîtina bi dehan şûnwarên dîrokî, li gor daneyên fermî yên hikûmeta Îranê 64 kesan jî canê xwe ji dest dane.