Fermandeyê hêzên çekdarên Îranê êrişî 'Radio Farda-BBC-VOA' kir

08-03-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Îranê Hesen Fîrûzabadî, bi tundî êriş saziyên medya yên ku li Ewrûpa û Amerîka bi zimanê farsî weşanê dikin kir û wiha got: “Saziyên han zemîna êrişa Amerîka li dijî Îranê amade dikin.”

Li gorî nûçeya ajansa Mêhr a îranî, fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Îranê Hesen Fîrûzabadî li zanîngeha bi navê “Parastina Millî” li paytext Tehranê axaftinek kir û bi tundî êrişî radyo, televîzyon û malperên ku li Ewrûpa û Amerîka bi zimanê farsî weşanê dikin, kir.

Li gorî nûçeyê, Fîrûzabadî îdia kir ku Radio Farda, BBC û VOA (dengê Amerîka) li dijî komara îsalmî kar dikin û wiha axivî: “Saziyên han şerekî nerm li dijî Îranê didin meşandin û zemîna êrişa Amerîka li dijî welatê me amade dikin.”

Piştî fermandeyê giştî yê hêzên çekdar, serokê parlamentoyê Elî Larîcanî jî êrişî saziyên medya yên ku li derve bi zimanê farsî weşanê dikin, kir û got ku saziyên han êrişî rêbertiya rejîmê dikin.

Beşa farsî ya BBC ku ji televîzyon, radyo û malperê pêk tê, ji aliyê wezareta derve ya Brîtanya ve tê fînansekirin.

Radio Farda ku bi zimanê farsî weşanê dike, navenda wê li paytexta Çîkê Pragê ye û sala 2003 hatiye avakirin.

Dengê farsî yê VOA jî sala 1979 û piştî têkçûna rejîma şah li Îranê û hatina rejîma îslamî hat avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst