Îran 7 çalakvanên Kurd îdam dike

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Bilind a Îranê biryara bidarvekirina 7 çalakvanên Kurdên Sunne da. Ew girtî ku “bi tohmeta li dijî rêjima Îranê tevgeryane” hatine cezakirin, biryarê red dikin û daxwaza dadgehkirineke dadperwerî dikin.

Çavkaniyeke ji mijra agahdar ji Rûdawê ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê roja 3yê Sibata îsal cezayê bidarvekirina 7 çalakvanên Kurdên Sunne, bi navên Kamîran Şêxe, Xesro Beşartî Ferhad Slîmanî, Dawud Ebdullah, Ferhad Selîmî, Qasim Ebiste, Eyûb Kerîmî û Enwer Xizrî erê kir.

Ew çavkaniya ji Rûdawê re axiviye ku yek ji girtiyan mirovî wî ye, dibêje roja Duşemê parêzerên wan ji biryara hatine agahdarkirin û ew dê li dijî biryarê derbikevin.

Girtiyên Kurd pêştir bi çend şêweyên cuda weke greva birçîbûnê li dijî biryara derketine û bi gotina wan, ti tawaneke wan nîne û tenê ji ber ku ew Kurd û Sunne ne hatine cezakirin.    

Malbatên girtiyan jî dibêjin, ku li girtîgehên îranê  kesûkarên wan çend caran weke ruhî û fizîkî hatine îşkecekirin û biryareke dûrî dadê derbarê wan de hate dayîn.

Ji aliyê din ve Rêxistina Mafê Mirovan li Îranê bi navê “Hengaw” jî piştrast kir ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê bidarwekirina derbarê 7 çalakvanên Kurd de ere kiriye û herwiha diyar kir ku li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê roja Çarşemê 5ê Sibatê girtiyê bi navê Birzo Mihemed hate bidarvekirin.

Îranê di sala 2010an de tevî bertekên navnetewî çalakvanê Kurd Ferzad Kemangerî îdam kiribû û herwiha di sala 2016an de jî biryara bidarvekirina 31 girtiyên Kurd ên Sunne dabû.