Li Iraqê tirs ji bihêzbûna DAIŞê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li çend navçeyên welat operasyonên xwe yên leşkerî didomînin. Ew dizanin ku hê gelek maye heta asayîş û aramî tam çêbibe û dawî li metirsiyên grûpên radîkal bê anîn, bi taybetî jî DAIŞ. Pisporekî warê terorîzmê jî dibêje, li Iraqê tirsa ji bihêzbûna Daişê maye û nabe were paşguhxistin.

 

Pisporê Warê Terorîzmê, Hîşam El-Haşimî ragihand: "Ew serkevtina leşkerî ku di Kanûna 2017ê de hat ragihandin, tekezî li ser şikestina DAIŞê dikir, lê tenê di warê leşkerî de. Metirsî ew e ku ew rêxistin şerê dijminkarî pêk bîne û şaneyên nivistî wan riyan didin pêşiya xwe ku bikaribin xelafetê çêbikin. Ji xeynî wê, ev rêxistin nikare dest deyne ser ti beşekî welat, heta ew hemû hêzên ewlekariyê hebin ku gelekî pêşketine û ew hozên li navçeyê ne dikarin di şerên nenormal de biserkevin."

 

Niha li Iraqê DAIŞê awayê êrîşên xwe guhertiye û li cihê kontrolkirina navçeyan, êrîşên ji nişkê ve dike. Pisporekî warê ewlekariyê jî dibêje, vê dawiyê êrîşên ji nişkê ve yên çekdarên DAIŞê hebûn, li Neynewa ev taktîk hatiye bikaranîn û hejmareke zêde ya endamên DAIŞê li Sûriye û Iraqê mane.

 

Pisporê Ewlekarî û Leşkerî, Dr. Emîr El-Seîdî jî dibêje: "Ligel ragihandina serkeftinê jî berê Dr. Ebadî û piştre Ebdûlmehdî hişyariya wê yekê dank u şerê emnî û aramiyê ligel rêxistinên terorîst bidawî nebûye. Herwiha li gor wan raporên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û yekeyên stratejîk ên Pentagonê ve hatine belavkirin û li gor wan zanyariyên ku di medya Amerîkî de hatine belavkirin, 13 hezar heta 14,500 endamên DAIŞê li Sûriyê û 17 hezar endam li ser axa Iraqê hene û evna jî hejmareke gelekî girîng e."

 

Di Kanûna 2017an de serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de ragihand. Pisporên leşkerî jî dibêjin, êrîşên dema dawî yên DAIŞê bo ser çend navçeyên parêzgehên welat, nîşana wê rastiyê ne ku şerê dijî DAIŞê heta demeke din jî berdewam dibe.