Facebookê hesabê Elî Xamineyî girt

07-12-2019
RÛDAW
Nîşan Elî Xamineyî Facebook
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Civakî ya Facebookê hesabê bi zimanê Erebî yê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî girt.

Medyaya Îranê belav kiriye ku hesabê bi zimanê Erebî yê Xamineyî ku zêdetirî 100 hezar şopînerên wî hebûn, hatiye girtin ji ber ku li gorî Facebookê wî yasayên bikaranîna Facebookê binpê kiriye.

Meha Nîsana bihorî Instagramê jî, hesabên her yek ji serokerkanê giştî yê Îranê Liwa Mihemed Bekîr, Serkirdeyê berê yê Supaya Pasdaran Mihemed Elî Ceiferî û Serokê Rêvebirina çavkaniyên mirovî yê hêzên çekdar Mûsa Kemalî rawestandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst