Daxuyanî hat: Gelo aqûbeta Îsmaîl Qaanî çi ye?

07-10-2024
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Qaanî Haşim Sefiyedîn Libnan Artêşa Îsraîlê Şerê Hemas û Îsraîlê Hizbulaha Libnanê Îrec Mescîdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Îrec Mescîdî ragihand ku Îsmaîl Qaanî bi silamet e û karên xwe yên rojane dike.

Alîkarê Fermandarê Hêza Qudsê Îrec Mescîdî li ser aqûbeta Fermandarê Giştî yê Hêza Qudsê Îsmaîl Qaanî axivî.  

Îrec Mescîdîd da zanîn ku Îsmaîl Qaanî li ser karê xwe ye û karûbarên xwe yên rojane dike.

Îrec Mescîdî li Tehranê tevlî konferansekê bû û rojnamegeran li ser aqûbeta Îsmaîl Qaanî pirs jê kirin.

Li gorî hinek raporên medyayî, guman heye ku Îsmaîl Qaanî jî tevî Haşim Sefiyedîn li Beyrûtê di êrişên Îranê de hatibe kuştin.

Li gorî medyayên Îsraîl û Amerîkayê, Îsmaîl Qaanî beriya niha bi hefteyekê li Beyrûta paytexa Libnanê bû.

Medyayên Îsraîl û Amerîkayê îdia dikin ku Qaanî ji bo piştgiriyê bide Hizbulahê li Libnanê bû.

Kanal 12a Îsraîlê ragihand ku îhtîmaleke mezin dema Sefiyedîn di bombebaranê de hat armanckirin Îsmaîl Qaanî jî bi wî re bûye û tiştek bi wî jî hatiye.

Îrec Mescîdî li ser aqûbeta Îsmaîl Qaanî wiha got:

“Gelek kes dipirsin 'Tenduristiya General Qaanî çawa ye?' Tenduristiya wî baş e û mijûlî karûbarên xwe ye.

Hinek kes dibêjin daxuyaniyekê belav bikin, na pêwîstî bi belavkirina daxuyaniyan nîne."

Îsmaîl Qaanî piştî kuştina Qasim Silêmanî bûbû Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê.

Sala 2020î serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump fermana kuştina Qasim Silêmanî dabû.

Qasim Silêmanî di êrişeke dronî ya Amerîkayê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hatibû kuştin.

Doh 2 berpirsên Supaya Pasdaran a Îranê ji ajansa Reutersê re axivîbûn û wan diyar kiribû ku Îsmaîl Qaanî ji bo piştgiriyê bide Hizbulaha Libnanê çûye Libnanê û piştî êrişên Îsraîlê yên li Libnanê pêwendiya wan bi Qaanî re qut bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst