Li Tehranê îro civîna lûtke derbarê Sûriyê de tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna lûtke yanavbera her sê serokên Îran, Tirkiye û Rûsyayê îro li Theran a paytexta Îranê birêve diçe.

 

Serokên Rûsya û Tirkiyê îro bi mebesta beşdarbûna di civîna lûtke ya derbarê krîza Sûriyê de serdana Îranê dikin.

 

Îro berî demekê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihîşt balafirxaneya Tehranê. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî biryar e di demjimêrên pêş de serdana Îranê bike.

 

Her sê serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê, Hesen Ruhanî, Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan dê ci civîna li Tehranê de li ser rewşa Sûriyê gotûbêjan bikin. Li gorî agahiyan, di civîna lûtke ya Tehranê de, serokên her sê welatan dê bi hûrî pirsa Sûriyê û geşedanên herî dawî yên têkidlarî rewşa wî welatî gotûbêj bikin.

 

Herwiha tê payîn, ku mijara rewşa Idlibê û pêgavên pêwîst ên ji bo çareserkirina rewşa wê parêzgehê û rewşa Sûriyê bi gitşî ji aliyê Ruhanî, Erdogan û Putin ve bên gotûbêjkirin.

 

Her sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsya di çarçoveya hevdîtinên naskirî bi Astana de, li Sûriyê welatên garantor in.

 

Ji bilî civîna lûtke ya navbera her sê serokan, biryar e di kevana vê civînê de, serokên her sê welatan bi awayekê cuda li gel hev bicivin.

 

Herwiha biryar e piştî bidawîbûna lûtkeyê jî, Ruhanî,  Putin û Erdogan konferanseke hevbeş a rojnamevaniyê pêk bînin û derbarê civînê de bersiva pirsên rojnamevanan bidin.


Pêştir du civînên sê alî di navbera her sê serokan de li Bendera Soçî ya Rûsya û bajarê Enqerê yê Tirkiyê hatibûn lidarxistin û civîna îro sêyemîn civîna lûteke di navbera her sê serokan de ye.