Li Îranê 14 çalakvanên jin daxwaz ji Xaminêyî kirin dest ji desthilatê berde

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêngaveke nû de 14 çalakvan û parêzerên jin li Îranê daxwaz ji Rêberê Îranê, Elî Xaminêyî kirin, ku dest ji desthilatê berde.

 

Her ku diçe, hejmara wan kesên ku li navxweya Îranê de daxwaza dest ji kar berdana Rêberê Komara Îslamî, Elî Xaminêyî dikin, zêdetir dibe. Çardeh çalakvan û parzerên jin, ên ku li nav Îranê dijîn, di namyeke vekirî de daxwaz ji Rêberê Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî kirine, ku dest ji kar berde.

 

Ew çalakvan û parêzerên jin di nameya xwe de dibêjin: “Komara Îslamî desthilateke dijî jin e, hemû nirxên mirovî jinav birine, lewra ew daxwazê dikin ku desthilat bi temamî were guhertin û destûreke nû ji bo Îranê were nivîsîn, û Elî Xaminêyî jî dest ji desthilatê berde.”

 

Ew 14 çalakvanên jin dibêjin, jinên din ên li Îranê dikarin bibin kesên hejmar 15 a daxuyaniya wan.

 

Ev name hevşêweya heman nameya 14 çalakvanên siyasî û sivîl ên bi nav û deng ên Îranê ye, ku têde daxwaza guhertina desthilatê û dest ji kar berdana Elî Xaminêyî û rêdan bi hilbijartineke azad kiribûn.

 

Wan çalakvanên Îranî di nameya xwe de gotibû, “desthilata niha ne komarîê ye û ne azad, û bêyî destjikarberdana Elî Xaminêyî jî tu guhertinek çênabe.”

 

Roja derbasbûyî jî, çalakvanekî Kurd ê ji bajarê Dêhgulan a ser bi parêzgeha Sine vey ê bi navê Sîros Ebasî pêşwazî li nameya çalakvanên Jin ên Îranê kir.

 

Sîros Ebasî bi belavkirina vîdeoyekê dibêje, di pitirî 40 salên desthilata Komara Îslamî de li Îranê, cudahî, gendelî, dizî zêdetir bûye û tekez kiriye, niha mafê wan e ku di hibijartineke azad de, desthilateke nû hilbijêrin.

 

Sîros Ebasî dibêje: “Hikûmetek ku bi soza bicihanîna dadperweriyê hate ser kar, gelo di wê maweyê de kariye dadperweriyê bicih bike? Bêguman na. rewşa parêzgehên weke Sîstan û Belûçistan, Kurdistan (Sine), Kirmaşan, Loristan, Xûzistan û gelek navçeyên din, ne tenê ji berê baştir nebûye, lê belê gelek xirabtir jî bûye.”

 

Ew çalakvanê Kurd, bang li Rêberê Îranê dike û dibêje: “Birêz Xaminêyî, dixwazim sûdê ji mafê xwe werbigrim û daxwaz ji we bikim ku dest ji desthilatê berdin. Şert û mercên birêveçûna hilbijartineke azad pêk bînin, daku nivşên piştî şoreşa 57 (1979) bibin xwedî mafê diyarkirina çarenivîs û pêşeroja xwe.”