Îranê 8 Kurdên ji Kirmaşanê îdam kir!

Hewlêr (Rûdaw) –  Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi tometa alîkariya êrîşa li ser Parlamentoya Îranê, hukmê darvekirina 8 kesan cîbicî kir, ku hemû jî xelkê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ne.

 

Li gorî nûçeyên medya Îran û herwiha raportekî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, îro danê sibê (07-07-2018), hukmê darvekirina 8 kesên ku bi tometa endamtiya rêxistina DAIŞê û beşdarbûna êrîşên li Tehranê hatibûne girtin, hate cîbicîkirin.

 

Hate gotin, ku peywendiya rasterast a wan her 8 kesan ligel êrîşkarên herdu êrîşan hebûye, di warê aborî û leşkerî de alîkariya wan kirine û berê ji aliyê dadgehê ve biryara darvekirina wan hatibû dayîn.

 

Darvekirina wan kesan di demekê de ye, ku duh Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê Mûsa Xezenferabadî ji malpera Tesnîm re ragihandibû, “8 terorîstên DAIŞî, ku beşdarî êrîşa avahiya parlamentoyê û Tirba Îmam Xumeynî bûne, ji bo cîbicîkirina hukmê darvekirinê ji Dadistanê re hatine şandin.”

 

Nasnameya 8 kesên ku xelkê parêzgeha Kirmaşanê ne wiha ye:

 

Silêman Mûzeferî yê 55 salî, ku bi tometa qaçaxî, hilgirtina çek û bi awayeke neyasayî hatina nav xaka Îranê, hilgirtina belgeyên sexte û veguhestina gaza rondikrêj hatibû girtin.

 

Îsmaîl Sofî yê 33 salî, ku bi tometa hevkariya xirabkarî û fîtnebazî, hilgirtina çek û teqemeniyan hatibû girtin.

 

Rehman Bêhrûzî, ku ew jî bi heman tometa hevkariya xirabkarî û fîtnebazî, hilgirtina çek û teqemeniyan hatibû girtin.

 

Seyîd Macidê ku bi heman tometa hevkariya xirabkarî û fîtnebazî, hilgirtina çek û teqemeniyan hatibû girtin.

 

Sîrûs Ezîzî yê 32 salî ku bi tometa endamtiya DAIŞê hatibû girtin.

 

Eyûb Îsmaîlî yê 28 salî ku bi heman tometa hevkariya xirabkarî û fîtnebazî, hilgirtina çek û teqemeniyan hatibû girtin.

 

Xusrew Remezanî ku bi heman tometa hevkariya xirabkarî û fîtnebazî, hilgirtina çek û teqemeniyan û belgeyên sexte hatibû girtin.

 

Osman Bêhrûzî yê 29 salî ku bi heman tometa hevkariya xirabkarî û fîtnebazî, hilgirtina çek û teqemeniyan û herwiha nîştecîkirina tîma terorê hatibû girtin.

 

Roja 7ê Hezîrana sala derbasbûyî di du bûyerên hevdem de 5 kesên çekdar êrîşî avahiya Parlamentoya Îranê û Mezargeha Xumeynî kiribûn û di encam de 18 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 40 kesên din jî birîndar bûbûn. Herwiha her pênc êrîşkar jî hatibûn kuştin.

 

Lêkolîna ligel çend kesên din jî li ser heman bûyerê berdewam e.