Li Îranê teqîn: Mirî û birîndar hene

07-03-2024
Nîşan Îran Teqîn Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Rafîneriya Petrolê ya Bender Ebasê ya li başûrê Îranê teqînek çêbû mirî û birîndar hene.

Li gorî IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, li Rafîneriya Petrolê ya Bender Ebasê ya li eyaleta Hurmuzganê ji ber sedemeke nediyar e teqînek çêbûye.

Hat diyarkirin ku di teqînê de şewat derket, mirî û birîndar hene.

Parêzgarê Bender Ebasê Hebîb Behadorî da zanîn ku karkerekî canê xwe ji dest daye, 3 karker jî birîndar in.

Berdevkê Nexweşxaneya Zanistên Tenduristiyê ya Hurmuzganê Ruya Cîhangîrî jî ragihand ku rewşa tenduristiyê ya birîndarekî xerab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst