Tîka şîn a Instagramê bo Serokkomarê Îranê bû sedema bertekan

07-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tîka Şîn Instagram Îbrahîm Reîsî Îran Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, di demekê de ku hikûmetê li Îranê gihandina raya giştî bo hemû platformên medyaya civakî ku Facebook, Instagram û WhatsApp jî di nav de û sepanên peyamsaziyê sînordar kir, ji bo hesabê wê yê Instagramê bi "tika şîn" wergirt. Ev rewş li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû sedema nîqaş û bertekên mezin.

Piştî zêdebûna bertek û nerazîbûnan, Îbrahîm Reîsî neçar ma hesabê xwe yê Instagramê rawestand.

Her çendî Rêveberê Ragihandina Serokkomariya Îranê Mihemed Mehdî Rehîmî ragihand ku hesabê Reîsî hatiye rawestandin jî, lê dîsa jî rê li ber rexneyan nehatin girtin.

Rehîmî got “Tevî ku hate zelalkirin çalakiyên Rûpela Îbrahîm Reîsî hatine rawestandin, lê hendek hîna jî her senaryoyan çêdikin.”

Navenda Ragihandinê ya Serokkomariya Îranê ragihand ku serlêdana ji bo tîka şîn a Instagramê ne nû ye û daxwaza tîka şîn ji Tîrmeha 2022an ve hatiye kirin.

Piştî ku rûpela Serokkomarê Îranê, Îbrahîm Reîsî di Instagramê de tika şîn wergit, karvedanên zêde li navxwe û dervey Îran û rojhilatê Kuridstanê lipey hatin, ku çawa dibe hikûmet Instagamê ji bo xelkê filter dike, lê ji bo Serokkomar azad e û tika şîn jî werdigre.

Çi bûbû?

Di 13ê Îlona 2022an de keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta ku li gorî rêgezên îslamî serê xwe negirtiye, ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve hatibû desteserkirin. Jina Emînî ya ku ji aliyê polîsan ve hat derbkirin, 3 rojan li nexweşxaneyê di komayê de ma û jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê yekê di 16ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê xwepêşandan destpê kirin.

Rêvebiriya Îranê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan ketina torên medyaya civakî sînordar kiribû. Li ser daxwaza rêveberiya Amerîkî, kompaniyên teknolojî yên mezin satelaytek çalak kiribûn da ku înternet ji xwepêşanderan re peyda bike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan ku navenda wê li Amerîkayê ye, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha herî kêm 508 xwepêşander ku 69 jê zarok in, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst