Îranê geştên asmanî rawestandin

Hewêlêr (Rûdaw) - Berdevkê Firokevaniya Sivîl a Îranê Cafer Yazerlu diyar kir ku hemû geştên sivîl ên Îranê dê îşev ji saet 21:00ê heta sibehê saet 06:00ê bên rawestandin.

Cafer Yazerlu ji rêwiyan xwest ku ji bo plansaziya geşta xwe û wergirtina zanyariyên zêdetir, pêwendiyê bi balafirgehan bikin.

Cafer Yazerlu di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kir ku pêwîst nake rêwî xema nirxê bilêtên bikin p kompanyayên asmanî dê li gor tedbîrên Firokevaaniya Asmanî ya Sivîl hareket bikin.

Cafer Yazerlu tekez kir ku guhertinên saet û demên geştan û awayê vegerandina bilêtên dê piştre bên ragihandin.

Divê were gotin ku ev pêngava Îranê di demekê de ye ku Îsraîl xwe ji bo bersiva êrişa Îranî amade dike.

1ê Çiriya Pêşîn Îranê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Supaya Pasdarên Îranê amaje bi wê yekê kir ku wan 200 mûşek avêtine Îsraîlê.

Îranê diyar kiribû ku ew êriş ji bo tolhildana kuştina serokê berê yê Polîtburiya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye, Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê yê Libnanê Ebas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Heman şeva êrişê Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu peyamek belav kir û wiha got:

“Îranê xeletiyek mezin kir û dê berdêla wê xeletiyê bide."