RSF: Herî dawî 5 rojnamevanên din li Îranê hatine desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Reporterên Bêsînor dibêje, roja Sêşembê 5 rojnamevanên Îranî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Reporterên Bêsînor (RSF) ku derbarê rewşa rojnamevanan di rojên xwepêşandanan belav kiriye, roja Sêşembê 4ê Cotmeha 2022an 5 rojnamevan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin û hejmara rojnamevanên desteserkirî di dema 20 rojên xwepêşandanan de gehişte 28 kesan.

Rêxistina Reporterên Bêsînor daxwazê ji civaka navdewletî dike ku nehêlin hikûmeta Îranê mafên azadiya ramanê binpê bike û guşarê bixe ser daku rojnamevanên desteserkirî azad bike.

Hevdem roja Çarşembê 5ê Cotmeha 2022an Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku pişta xwe bi nûçeyên rojane yên nav Îranê girêdaye û di medyaya navxwe ya wî welatî de belav dibin, nasnameya 35 rojnamevanan belav kiriye ku di dema 19 rojên borî de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine desteserkirin. Ji wan peyamnêra rojnameya Şerq Nîlûfer Hamid ku yekem car çawahiya canjidestdana Jîna Emînî belav kiribû û dibêje heta niha nehatine azadkirin.

Roja Çarşembê Navenda Rojnamevanên Îranê jî di daxuyaniyekê de bêyî ku amaje bi hejmara rojnamevanên desteserkirî bide, daxwaz ji hikûmeta wî welatî kir ku rojanevanan azad bike.