Eli Xamineyî Pizîşkiyan pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw)- Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan pîroz kir.

Di gera duyem a hilbijartinên serokomariya Îranê de Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7ê dengan standin û bû 9emîn Serokomarê Îranê.

Elî Xamineyî li ser hilbijartina Mesûd Pizîşkiyan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha got:

"Gelê Îranê êdî serokomarê xwe hilbijart. Ez pîrozbahiyê li miletê xwe û serokomarê me yê nû hatiye hilbijartin dikim.

Ez bang li her kesî dikim ku ji bo bipêşketinê bi îmaneke baş tevbigerin."

“Dema şopandina rêya Şehîd Reîsî ye”

Elî Xamineyî di berdewamiya peyama xwe wiha got:

“Ez ji serokê hilbijartî Dr. Mesûd Pizîşkiyan re pêşniyar dikim ku nêrîna xwe li ser armancên bilind û geş ava bike.

Dema şopandina rêya şehîd Rêîsî ye, ez wî teşwîq dikim ku ji kapasîteya dewlemend a welat herî baş bi kar bîne.”

Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê doh ji bo hilbijartina serokkomarê serdema 14an çû ser sindoqan.

Namzedê reformxwaz Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 53,7ê dengan wergirtin û bû Serokkomarê Îranê.

Li aliyê din, namzedê mihafezekar Seîd Celîlî jî ji sedî 44,4ê dengan standibûn.