Li Îranê hejmara kesên ku hatine îdamkirin zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê hejmara kesên ku  sala 2023yan hatin îdamkirin, li gorî sala pêştir ji sedî 43 zêde bû û derket 834an.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) a ku navenda wê li Norwecê ye û rêxistina Hevbeş a li dijî Cezaya Îdamê (ECPM) ya ku navenda wê li Parîsê ye raporek amade kir.

IHR û ECPMê di wê raporê de bal hat kişand ser zêdebûna cezayên îdamê yên li Îranê.

Hat diyarkirin ku li Îranê sala 2023yan hejmara kesên ku hatine îdamkirin li gorî sala pêştir ji sedî 43 zêde bû û derket 834an.

8 kes ji ber xwepêşandanên Jîna Emîniyê hatin îdamkirin

Di raporê de hat gotin ku ji van kesan 471 kes ji ber sûcên madeyên hişbir û 8 kes jî ji bo xwepêşandanên Jîna Emîniyê hatine îdamkirin.

Lê derbarê sûcên îdamkiriyên din agahî nehat dayîn.

Di raporê de herwiha hat destnîşankirin ku di nava 834 kesên hatine îdamkirin de 22 jin hene.

Li gorî daneyên IHR û ECPMê sala 2022yan li Îranê herî kêm 582 kes hatibûn îdamkirin.