Fermandarekî Îranê hat kuştin, du leşker birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Xoresana Başûr a li rojhilatê Îranê, di navbera leşkerên Îranê û qaçaxçiyan de pevçûnek çêbû.
Di vê pevçûnê de fermandarek hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand pevçûne di navbera nobedarên sînor û qaçaxçiyên madeyên hişbir de rû daye.
Fermandar hatiye kuştin
Hat ragihandin, leşkerê ku hatiye kuştin serpel Elî Riza Mozen e û fermandarê qereqala sînorî bûye.