Serokkomarê Îranê li ser jehrîbûna xwendekaran daxuyanî da

06-03-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê jehrîkirina xwendekaran wek plana dijminên Îranê da zanîn û dibêje armanca wan kesan ew e ku nearamiyê di nava civakê de çêkin û bîr û baweriya giştî têk bibin û zarokan bitirsînin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî daxwaz kir ku ew mijar bi cidî bê şopandin û encama wê ji raya giştî re were parvekirin.

Roja Yekşemê jî li hin bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi sedan xwendekar jehrî bûn.

Li gorî rapora televizyoneke Îranê, tenê li parêzgeha Kirmaşanê 90 xwendekar jehrî bûne.

Jehrîbûna xwendekaran 3 mehan berî niha ji bajarê Qumê dest pê kir lê du rojan piştî vê li piraniya parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hat dîtin.

Jehrîbûna xwendekaran bû sedema nerazîbûna malbatên wan û li Tehranê û bajarên din xwepêşandan hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst