Termên 300 leşkerên Îranê tên veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Termên 300 leşkerên Îranê yên ku di şerê Îran û Îraqê de hatibûn kuştin li bajarên cuda yên Îranê tên veşartin.

Ji bo leşkerên ku termên wan piştî 36 salan hatin dîtin li Tehran û hinek bajarên din ên Îranê merasîma veşartinê hat kirin.

Hinek rayedarên leşkerî û sivîl beşdarî merasîma li Zanîngeha Tehranê bûn.

Cenazeyên ku demên cuda hatine dîtin dê piştî merasîman li Tehran û hinek bajarên din werin veşartin.

Şerê Îran û Îraqê 8 salan ajotibû û sala 1988an xelas bûbû.

Leşkerên ku termên wan heta niha jî nehatine dîtin bi navê “leşkerên bênav” tên zanîn.

Termên ku li Îraqê tên dîtin dem bi dem vediguhêzin Îranê.