Li Îranê ji serê salê û vir ve 500 kes hatine darvekirin

05-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Darvekirin Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku roja duşema borî bi îdamkirina 4 girtiyan, hejmara kesên ku ji destpêka sala 2022an ve li vî welatî hatine darvekirin, 500 kesan derbas kiriye.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihandibû ku Huseyin Ordûxanzade, Şahîn Îmanî Mehmûdabad, Mîlad Eşrefî û Manoçehr Şahbendî Becandî bi tawana hevkarîkirina bi îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) re hatine darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO); Di 4ê Berfenbarê de daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku ew "li dijî cezayê darvekirinî yê zalimane û nemirovî ne".

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê pêkanîna cezayê bidarvekirinê ji bo hemû sûcan şermezar dike û darvekirina girtiyên siyasî bi tawanên ewlekarî li dijî yasayên navneteweyî yên mafên mirovan dibîne."

Di daxuyaniyê de Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Mafên Mirovan (IHRNGO) Mehmûd Amirî-Mokaddam wiha got “Ev kesên ku li pişt deriyên girtî yên Dadgeha Şoreşê, bêyî rê û rêbazên dadmendî anjî darizandina ne dadmendî bi darvekirinê hatibûn mehkûmkirin, ti hiqûqiya wan cezayan tinebûn. Armanca van înfazan çêkirina tirsê di nav civakê de û bala raya giştî ji şikestinên îstixbaratî yên Komara Îslamî dûr bixe.”

Li gorî rapora IHRNGOyê, ji destpêka sala 2022an û vir ve di nava 11 mehan de hejmara kesên hatine darvekirin 500î derbas kiriye û ev rêjeya herî bilind a 5 salên dawî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst