Fermandarekî Supaya Pasdaran: Eger di navbera me û Amerîkayê de şer derkeve, Herêma Kurdistanê dê baceke giran bide

05-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Herêma Kurdistanê Amerîka Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Biryargeha Hemze Seyiduşuheda ya ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve gef li Herêma Kurdistanê xwar û ragihand, eger di navbera Îran û Amerîkayê de şerek derkeve, Herêma Kurdistanê dê berdêlek giran bide.

Li gor medyaya Îranê, Fermandarê Biryargeha Hemze Seyiduşuheda General Mihemedteqî Osanlû hevpeyvînek bi kanala El Meyadîn a Lubnanî re kiriye û di wê hevpeyvînê de behsa êrîşên wan demên dawiyê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, rewşa ewêehiyê li ser sînorê di navbera Rojhilat û Herêma Kurdistanê de û herwiha egera şerê di navbera Îran û Amerîkayê de kiriye.

Mihemedteqî Osanlû ragihandiye, rewşa li ser sînorê navbera Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê di bin kontrola hêzên çekdar ên Îranê de ye, “lê li aliyê Iraqê tevgerên têkderane hene.”

Wî berpirsê Supaya Pasdaran herwiha gotiye, “Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê gelek caran daxwaz ji berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê kirine ku grûpên terorîstî hilweşînin, lê mixabin derbarê wê yekê de ti alîkariyek nehat kirin. Ew dizanin ku em bi hûrgilî çavdêriya bingeh û baregehên wan grûpan dikin.”

General Mihemedteqî Osanlû behsa êrîşên wê dawiyê yên bo ser baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi mûşek û dronan kiriye û diyar kiriye, Me dikarî serkirdeyekî wan grûpan bikin armanc, lê ji ber ku hevjîn û endamên din ên malbatê bi wî re bûn, me ew êrîş nekir.

Têkildarî hebûna baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê de, wî fermandarê Supaya Pasdaran ragihand, hikûmeta Îranê ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk bo wê mijarê 23 civîn bi aliyê beramber re pêk anîne û helwesta xwe gihandiye aliyê Iraqî. Mihemedteqî Osanlû got, “Me dosyeke zelal amade kiriye derbarê wan grûpên terorîstî yên ku li Herêma Kurdistana Iraqê ne û me daxwaz kiriye ku wan radestî Îranê bikin.”

Fermandarê Biryargeha Hemze Seyiduşuheda ya Supaya Pasdaran destnîşan kir, eger berpirsên Herêma Kurdistanê endamên wan grûpan zûtir û bileztir radestî Îranê bikin, rewş dê baştir be û got, “Em dizanin berpirsên Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe li gel Amerîkayê venaşêrin û em di wî warî de destwerdanê nakin.”

General Osanlû tekez dike ku ew li dijî hebûna hêzên Amerîkayê li nêzîk sînorên Îranê ne û dibêje, “Dema em rûbirûyê Amerîkayê bibin, ew Kurdistana Iraqê ye ku divê berdêla wê bide. Amerîkî dizanin ku me derbarê şiyanên leşkerî û bicihbûna leşkerên wan de zanyariyên temam hene û em dikarin wan bikin armanc.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst