Îbrahîm Reîsî Serokkomarê Îranê îro sonda yasayî dixwe

05-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro merasîma sodxwarina Îbrahîm Reîsî wek Serokkomarê Îranê li parlamentoya wî welatî birêve diçe. Li gor medyaya fermî ya Îranê, 115 berpirsên pilebilind ji 73 welatên cîhanê beşdarî di merasimê de dikin.

Merasim îro demjimêr 17:00 li gor dema Tehranê û bi Serokkomarê gera heştê Hesen Ruhanî û Serokê Parlamentoya Îranê tevî endamên Encûmena Parastina Destûr û nûnerên welatên cîhanê destpê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê di merasima sondxwarina Reîsî de beşdar dibe. Jibilî beşdariya di merasimê de, Nêçîrvan Barzanî dê li gel Îbrahîm Reîsî û hejmarek berpirsên din ên Îranê bicive.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora, Serokê Doma (Parlamento) ya Rûsyayê Vyacheslav Volodin, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokkomarê Efxanistanî Mihemed Eşref Xenî, Serokwezîrê Elcezayirê Eymen bin Ebdulrehman, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashiniyan, Nûnerê Papayê Vatîkanê, serokên parlamentoyên Azerbaycan, Tacîkistan, Ozbekistan, Tanzanya, Zengbar, Sûriye, Nîcer, Wezîrê Derve yê Bosnya û Herzeguvîna, Wezîrê Tûrzîmê yê Ganayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Başûr û hejmarek berpirs ji welatên din di merasimê de beşdar dibin.

Merasima destbikarbûna Îbrahîm Reîsî roja Sêşemê 3ê Tebaxa 2021 li Huseyniyeya Îmam Xumêynî li Tehranê hatibû sazkirin û di merasimê de Rêberê Îranê Elî Xaminêyî, belgeya destbikarbûnê dabû Reîsî.

Yek ji kesên ku herî zêde nîqaş li ser beşdariya wî heye, nûnerê Yekîtiya Ewrûpa ye. Hevahengkarê danûstandinên etomî, Ênrîkê Mora îro bi nûneratiya Yekîtiya Ewrûpa beşdarî wê merasîm dibe.

Hejmareke çalakvanên mafê mirovan yên Îranê nerazîtiya xwe nîşan dane û dibjin, bedeşdariya nûnerê Yekîtiya Ewropayê, piştgiriya wê yekîtiyê ye ji kiryarên Komara Îslamî û binpêkirina mafê mirovan.

Parêzer û çalakvana mafê mirovan, Nergis Mihemedî dibêje, Yekîtiya Ewrûpa bi wî karê xwe, piştgiriyê dide berdewamiya temenê komara Îslamî.

Nergis Mihemedî Dibêje, “Desthilata Îranê serdana nûnerê Ewrûpa qebûl dike, lê hawirdekirina vaksîna Ewrûpî qebûl nake, ji ber ku ya yekê desthilatê diparêze, ya duyem xelkê Îranê diparêze” û tekez dike, Îranî vê yekê jibîr nakin.

Îbrahîm Reîsî berî ku weke serokkomar bê hilbijartin, Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê bû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst