Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serokkomar tê hilbijartin

05-07-2024
Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Îran Serokkomar Hilbijartin Mesûd Pizîşkiyan Seîd Celîlî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo hilbijartina serokkomarê 14an diçe ser sindoqan.

28ê Hezîranê gera yekem a hilbijartinan hatibû kirin û Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî mabûn gera duyem.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê ragihand ku pêvajoya dengdanê dest pê kiriye.

Mesûd Pizîşkiyan namzedekî reformxwaz e û Seîd Celîlî jî mihafezekar e.

Nifûsa Îranê 88 milyon e û mafê dengdanê yê 62 milyon kesan heye.

Ji bo 62 milyon kesan zêdetirî 59 hezaran sindoq hatine danîn û welatiyên Îranê dê karibin li 95 welatên din jî dengê xwe bidin.

Dengdanê saet 08:00an dest pê kir û dê heta 18:00an berdewam bike lê Navenda Hilbijartinan dikare dema dengdanê dirêjtir bike.

Li Îranê serokkomar ji bo 4 salan tê hilbijartin û kesek dikare tenê du serdeman li ser hev bibe serokkomar.

Di gera yekem a hilbijartinan de Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 42,5ê dengan û Seîd Celîlî jî ji sedî 38,6ê dengan standibûn.

Li gorî anketan di vê gerê de jî Mesûd Pizîşkiyan li pêş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst