Nêçîrvan Barzanî li Îranê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî çû Îranê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ye û dê çend hevdîtinan pêk bîne.

Nûçegihanê Rûdawê Senger Ebulrehman ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê îro ti hevdîtinan neke û sibe dest bi civînên xwe yên bi rayedarên Îranê re bike.

Armanca serdanê bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê ye.

Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî çend mijaran bi berpirs Îranê re gotûbêj bike ku yek ji wan dûrxistina Herêma Kurdistanê ji nakokiyên herêmî ye.

Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re bicive.

Li ser serdanê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê Nazim Debax ji Rûdawê re axivî û got:

“Serdana Nêçîrvan Barzanî yek ji serdanên herî girîng ên di dîroka pêwendiyên dûr û dirêj ên her du welatan de ye.”

Li gorî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Îranê de tekezî li ser dostanî û hevpeymaniya stratejîk a di navbera Îranê de ku Kurdan li Îraqê wekî “hevpeymanê xwe yê stratejîk” dibîne tê kirin.

Debax diyar kir ku ji ber rewşa siyasî, dîrokî û cografî ya niha ya herêmê ne hêsan e ku Îran dev ji Herêma Kurdistanê berde û Herêma Kurdistanê jî dev ji Îranê berde.

Debax herwiha da zanîn ku divê partiyên siyasî yên Kurdistanê li ser başkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de xwedî nîqaşeke hevpar bin.

Serdana herî dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê, 2 sal û 9 mehan berî niha bû.

Êrişên Îranê

Îranê bi hinceta hebûna pêgeha MOSSADa Îsraîlê 2 caran bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir.

Tohmet jî her du caran ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Lijneya Lêkolînê ve hatiye redkirin ku Hikûmeta Îraqê pêk anîbû.

Êrişa yekem 13ê Adara 2022yan li mala bazirgan û xwediyê Kar Groupê Şêx Baz Berzincî bû.

Ya duyem di 15ê Kanûna Paşîna îsal bû; yek ji wan cihan jî ku bi gelek mûşekan hat bombebarankirin mala xwediyê Falcon Groupê Pêşrew Dizeyî bû ku bû sedema canjidestdana wî, keça wî, hevalek û xizmetkara mala wî.

Herwiha piştî destpêkirina şerê Xezeyê ji 17ê Sibata 2023yan ve, grûpên çekdar ên Îraqî yên alîgirên Îranê herî kêm 18 caran bi dron û mûşekan êrişî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên li parêzgeha Hewlêrê kirin.

Ji wan jî 8 caran êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û 10 caran jî êrişî Balafirgeha Herîrê hat kirin.

Herêma Kurdistanê bi berdewamî red kiriye ku ew rê nade ji nav axa xwe gef li Îranê werin xwarin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 8ê Kanûna Paşîna 2024an gotibû:

“Komara Îslamî ya Îranê wekî welatekî cîran, ji bo me girîngiyeke wê ya zêde heye.

Em hêvîdar in pêwendiyên me ber bi bipêşveçûnê ve berdewam bin.

Hêjayî gotinê ye ku her dema pêdiviya me bi alîkariya wê hebûbe, Komara Îslamî ya Îranê alîkariya me kiriye.

Me berdewam gotiye û niha jî em helwesta xwe dubare dikin, Herêma Kurdistanê ji welatên cîran re ne gef e, bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê.”

Serdan di demekê de ye, destpêka hefteya borî Serokê Herêma Kurdistanê çû Îraqê û bi berpirsên bilind ên wî welatî re behsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de kir.

Nêçîrvan Barzanî 22yê meha borî jî li Hewlêrê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.