Li Îranê erdhejeke mezin çêbû

05-03-2024
Nîşan Îran Erdhej Sîstan û Belûçistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê erdhejeke bi mezinahiya 5,6 pileyan çêbû.

Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê ragihand ku navenda erdhejê bajarokê Fenûcê yê Sîstan û Belûçistanê bûye.

Hat ragihandin ku erdhejê demjimêr 07:50î rû daye û kûrahiya wê 80 kîlometre bûye.

Navenda Îdareya Krîzan a Sîstan û Belûçistanê da zanîn ku heta niha li ser xisarên erdhejê ti agahî nigihiştine ber destê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst