ÎRAN – Li ser qubeya mizgeftekê 'alaya tolhildanê' hat daçikandin

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Qasim Suleymanî Alaya Tolhildanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî teqînên li bajarê Kirmanê ya Îranê, li ser qubeya Mizgefta Cemkeranê ya bajarê Qumê “alaya sor” ya ku tê wateya tolhildanê hat daçikandin.

Li gorî ajansa nîvfermî ya Îranê Fars Newsê, li bajarê Qumê li ser qubeya Mizgefta Cemkeranê “alaya tolhildanê” hate daliqandin.

Di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de alaya reş bi qubeya mizgeftê ve hatibû daliqandin.

Piştî teqînên li Kirmanê ku di encamê de bi dehan kesan hatin kuştin, li cihê alaya reş alaya sor hat rakirin.

Li Îranê alaya sor a ku bi Erebî li ser “Tolhildana Huseyîn” hatiye nivîsandin, wek “alaya tolhildanê” tê zanîn.

Alaya sor herî dawî, Kanûna Pêşîna 2020ê, di dema kuştina Qasim Suleymanî de li ser Mizgefta Camkeranê hatibû rakirin.

Di serî de Serokkomarê Îranê û rayedarên din ên Îranê diyar kir ku ew dê bi awayekî tund bersiva êrişê bidin.

Îraniyên ku bûyerê protesto dikin dibêjin em “tolhildanê” dixwazin.

Çi bûbû?

Li parêzgeha Kirmanê ya Îranê 4ê Kanûna Paşînê, li ser rêya ku bîranîna 4emîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî lê dihat kirin 2 teqîn çêbûn.

Di wan teqînan de herî kêm 103 kesan canê xwe ji dest da û 284 kes jî birîndar bûn.

DAIŞê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku teqîn ji aliyê du xwekujan ve bi bombeyên ku li pişta xwe girêdabûn hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst