Serokkomarê Îranê: Îsraîl û Amerîka DAIŞê bi rê ve dibin

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehê Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî 2 teqîn çêbûn û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

DAIŞê berpirsyariya teqînên li parêzgehê Kirmanê girtibû ser xwe.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di merasîma cenazeyê kesên ku canê xwe ji dest daye de axivî.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Reîsî di merasîmê de diyar kir ku DAIŞ ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye avakirin û got:

“Amerîkayê dixwest li herêmê bi nêrîneke Îslamî Îsraîleke din ava bike.

Îsraîla niha bi navê Cihûtiyê hatiye avakirin lewra dixwestin Îsraîla din, di bin navê DAIŞê ‘Xîlafeta Îslamî’ de ava bikin.”

Reîsî diyar kir ku planên Amarîkayê pûç bûne û got:

“Ez di vê mijarê de temînatê didim gelê me. Pêngava tolhildanê di destê hêzên me yên çekdar de ye.

Dê cih û dema tolhildanê ji aliyê hêzên me yên çekdar ve were diyarkirin.”

Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdarên Îranê Hisên Selamî jî di merasîmê de axivî û DAIŞ wekî “çekdarên bi pere yên Amerîka û Îsraîlê” bi nav kir.

Hisên Selamî bangî DAIŞê kir û got, “Hûn li ku derê bin em dê we bibînin.”

Çi bûbû?

Li parêzgeha Kirmanê ya Îranê 4ê Kanûna Paşînê, li ser rêya ku bîranîna 4emîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî lê dihat kirin 2 teqîn çêbûn.

Di wan teqînan de herî kêm 103 kesan canê xwe ji dest da û 284 kes jî birîndar bûn.

DAIŞê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku teqîn ji aliyê du xwekujan ve bi bombeyên ku li pişta xwe girêdabûn hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst