Îranê piştî belavbûna karîkaturên Xamineyî hişyarî da Fransayê

05-01-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Fransa Charlie Hebdo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku kovareke Fransî karîkatureke rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî belav kir, Îranê hişyarî da Fransayê û got, “Kiryarên we yên bêrêz bê bersiv namînin.”

Kovara hefteyî ya Charlie Hebdoyê roja 4ê Çileya 2022an çend karîkaturên rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî “ji bo piştgiriya xwepêşandanên” Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kiribûn.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan roja Çarşemê 4ê Çileya 2023an di Twitterê de got, “Kiryara hovane û bêrêz a çapameniya Fransî di weşandina karîkaturên li dijî berpirsên siyasî û olî de, dê bê bersiv nemîne.”

Husên Emîr Ebdullahiyan anî ziman, “Em rê nadin ku Hikûmeta Fransayê sînorên xwe derbas bike. Bêguman wan rêyeke şaş hilbijartine.”

Piştî tweeta Husên Emîr Ebdullahiyan, Wezareta Derve ya Îranê jî ragihand ku wan li ser wê mijarê gazî Balyozê Fransayê yê Îranê Nicolas Roche kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî got, “Mafê Fransayê nîne ku bi navê azadiya raderbirînê bêrêziyê li welatên din ên Misilman jî bike.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha anî ziman, “Îran li benda zelalkirinekê ye ji Hikûmeta Fransayê û şermezarkirina reftarên ku nayên qebûlkirin ên çapemeniya Fransayê ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price piştgiriya xwe ji bo kovarê ragihand û got, “Em tenê di derbarê azadiya derbirînê de helwest digirin û azadiya derbirînê nirx û mafeke gerdûnî ye ku em diparêzin û piştgiriyê didinê.” Her wiha diyar kir ku çi li Fransa be, çi li Îranê be, çi li devereke din be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst