VÎDEO – Îran manovra dronan saz dike

05-01-2021
RÛDAW
Nimayişkirina bi sedan dornên çêkirî yên Îranê ji aliyê Artêşa Îranê ve. Wêne: IRNA
Nimayişkirina bi sedan dornên çêkirî yên Îranê ji aliyê Artêşa Îranê ve. Wêne: IRNA
Nîşan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gel bilindbûna nakokî û pirsgirêkên navbera Îran û Amerîkayê, Artêşa Îranê îro manovra firokeyên bê firokevan saz dike, ku têde bi sedan firokeyên bê firokevan bo dema du rojan tên nîşandan.

Medyaya fermî ya Îranê daye xuyakirin ku artêşa Îranê xwe amade kiriye ku manovreke firokeyên bê firokevan saz bike û dîmenên gelek ji wan dronan jî nîşan daye ku amade ne ji naverasta Îranê ve dest bi manovrê bikin.

Cîgirê Fermandarê Artêşa Îranê, Mihemed Hisên Dadres ragihandiye: “Firokeyên bê firokevan ên şerker, firokeyên istixbaratî yên komkirina zanyariyan û firokeyên taybet bi xweteqandinê li navçeyên sînorî tên ceribandin.”

Ajansa fermî ya Îranê daye xuyakirin, ku bi sedan dronên ku li navxweyê Îranê hatine çêkirin, di mesafeyeke bi qasî kîlometrekê de hatine nimayişkirin.

Dadres diyar kiriye, ku peyama sereke ya nimayişa dronan, “dabînkirina aştî û ewlehiyê li navçeyê” ye û tekez kiriye, “Îran dikare bêyî destwerdana welatên biyanî navçeyê biparêze.”

Bi gotina Dadres, ev nimayişa serbazî tenê beşek ji hegemonî û şiyanên Îranê di warê berhemanîna firoekyên bêfirokevan de nîşan dide.

Li gor nûçeya IRNAyê, Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê General Mihemed Baqirî û Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê, General Mûsewî beşdarî di vê nimayişa serbazî ya nîşandana dronên wî welatî de kirine.

Di salên bihorî de Îranê hewl daye teknolojiya firokeyên bê firokevan pêş bixe. Cîgirê Fermandarê Artêşa Îranê derbarê vê yekê de dibêje, di vî warî de em gihîştine asta xwedebariyê û em amade ne bersiva her core êrişekê bidin.

Pêştir Îranê firokeyên dron li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi kar aniye û bi rêya wan firokeyan çavdêriya tevger û çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Ev di demekê de ye ku Îranê roja Duemê meyandina uraniyomê heta %20 di saziyên xwe yên atomî de dest pê kiriye. Îranê herwiha ji doh ve li Kendavê dest bi ser tankereke petrolê de girtiye ku alaya Koreya Başûr li ser bûye û wê yekê aloziyên navbera Amerîka û Îranê kûrtitr kirine 

Tê payîn ku Îran bixwze bi wan biryaran di rojên dawiyê yên desthilata Trump de hegemoniya xwe li navçeyê zêde bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst