Fermandarê Artêşa Îranê bo Trump: Em dê 52 binkeyan nîşan bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê bersiva gefên Trump da ku gotibû 52 binkeyên Îranê di armanca wan de ne û ragihand ku eger Amerîka biwêre êriş bike wê demê ew dê nîşan bidin ka ew 52 binke yên kê ne dibin armanc.

Ebdulrehîm Musewî, Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê derbarê daxuyanî û gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump de got ku ew gef bi armanca belavkirina bala raya giştî ya cîhanê ne û got, “Ji bo wê yekê ne ku wê kiryara xwe ya nemirovane veşêrin.”

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê got ku kuştina Qasim Sulêymanî li cîhanê jî weke kiryareke nayê qebûlkirin tê dîtin û di bersiva bo gefên Trump de got, “Di egera rûdaneke şerekê de li dahatû ku bi dûrî dizanim wêrekiya wan hebe, wê demê dê derkeve holê ka ew 52 du bi ser kê vê dibin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke xweya derbarê rûdanên piştî kuştina Qasim Sulêymanî de careke din gef li Îranê xwaribû û aşkere kiribû ku 52 binkeyên Îranê di armanca hêzên Amerîkayê de ne.

Trump gotibû, “Îran eger êrişî binkeyên Amerîkî bike em jî dê 52 binkeyên Îranê bi awayekî tund armanc bigirin” û ragihandibû ku ew şûnên ku dê bibin armanca hêzên Amerîkî, ji bo Îran û çanda Îranê gelek girîng in.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, roja Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.

Berpirsên pilebilind ên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwin û Rêberê Îranê ragihand: “Em dê toleke dijwar hildin.”