Serokomarê Îranê: Xwepêşandan planên dijmin in

04-10-2022
RÛDAW
Xepêşandanên seranserî li îranê û Rojhelata kurdistanê,ku di encama kuştina keça Kurd Jîna Emînî  ya 22 salî destpê kirin, ev dema 18 rojan e  berdewam dikin
Xepêşandanên seranserî li îranê û Rojhelata kurdistanê,ku di encama kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî destpê kirin, ev dema 18 rojan e berdewam dikin
Nîşan Jîna Emînî Rojhilatê Kurdistanê Îran Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îdia kir ku li pişt xwepêşandanên li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji bo protestokirina Jîna Emînî destek li piş wan heye û got: “Xwepêşandan planên dijmin in.”

Xepêşandanên seranserî li îranê û Rojhelata kurdistanê,ku di encama kuştina keça Kurd Jîna Emînî  ya 22 salî destpê kirin, ev dema 18 rojan e  berdewam dikin, roj bi roj berfirehtir dibin û siloganên curbecur li dijî  Rêber û  Komara Îslamî ya Îranê têne bilidnkirin û  herwha  li gel vê yekê, hewla hêzên Îranê bo serkutkirina wan xwepêşandanan jî dijwartir dibin.

Çend keç û jinên bajarê Sine, bê hîcab li ser cadeyeke Sine şahî kirin û xelk jî li derdora wan kom bûn.

Ew dîmen ku berê û niha jî li Îranê qedexe ne, piştî mirina biguman a Jîna Emînî, zû zû dubare dibin.

Jin ji bo xwe ji wan zext û bendan rizgar bikin qurbaniyan didin.

Nîka Şakeremî ya xelka Loristanê, ji bo nerazîbûna xwe ya derbarê rewşa jinan de bîne ziman li Tehranê hat ser cadeyan û wenda bû, lê piştî 11 rojan derket ku hatiye kuştin.

Dayîka Nîka dibêje: “Îro roja jidayîkbûna te bû ezîza min, îro dibêjim şehîdbûna te pîroz be Nîka.”

Hêzên emnî ji tirsa karvedanan termê Nîka a temen 17 salî nedan malbata wê, her wan bi xwe veşart, piştre malbat û beşek ji kesûkarên wê çûn ser gora wê û slogan bilind kirin.

Şahidhalek dibêje: “Hêzên emnî ne di merasîma Nîka Şakeremî de, teqe jî kirine, me dengê teqeyan bihîst. Niha diçin merasîmê, çekdar in jî, li wan temaşe bikin.”

Xelk veşartina termê xwepêşanderan dikin derfetek daku nerazîbûna xwe bînin ziman.

Li gor amarên rêxistinên mafên mirov, di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de zêdeyî 20 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî hezar 300 kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandan berdewam in, şeva borî jî beşek ji niştecihên Tehran, Kerec, Îsfehan û Şîraz rijiyan ser cadeyan.

Lê Serokkomarê Îranê ji bo piştgiriyê bide Wezîrê Kar û Xweşguzariya Civakî daku baweriyê werbigre li parlamentoyê axifî, di wê baweriyê de bû ku destek li pişt xwepêşandanan heye.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got: “Dijmin di wê baweriyê de bû bi ambargo û gefan me tengav bike, lê dijmin dema dibîne ku ligel hemû guşaran, tengav nebûn, ew bi xwe bê hêvî dibe, hewla provokasyon û pîlangêriyan dide.”

Ligel serkutkirinê jî, nerazîbûn berbelavtir bûne. Herwiha xwendekaran jî destpê kiriye. Evder dibistaneke Gewherdeşta Kerec e, ku xwendekar bi sloganan rêveberê perwerdeyê ji dibistanê derdikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst