Kana komirê hilweşiya: 6 karker 700 metreyî di bin erdê de man

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Simnanê ya Îranê di kaneke komirê de teqînek çêbû û 6 karkeran canê xwe ji dest da.

Êvara yekşemê li kaneke komirê ya Simnana Îranê di kûrahiya 400 metreyî de teqînek çêbû.

6 karkerên ku di kûrahiya 700 metreyî de dixebitîn di bin erdê de man.

Tîmên rizgarkirinê nikaribûn xwe bigihînin 6 karkeran û her 6 karkeran jî canê xwe ji dest da.

Îro danê sibehê cenazeyên 6 karkeran ji bin kana komirê ya hilweşiyayî hatin derxistin.