Parêzerên kurd û îranî: Bila NY nehêle Tirkiye bikeve Sûriyê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Komek parêzerên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hember hewlên Tirkiyê bo çêkirina herêma tampon li Sûriyê nerazîbûn nîşan dan û bang li civaka navdewletî dikin ku rê nedin Tirkiye bikeve Sûriyê.

 

Ev çend roj in Tirkiye bi hêceta parastina ewlehiya niştimanî û sînorên xwe, hêzên leşkerî li ser sînorê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kom kiriye.

 

Hinek rayedarên wî welatî jî dibjin, eger pêwîst bike dê derbasî nav Sûriyê bibin û li wir herêmek tampon ava bikin. Ew herêma tampon jî dikeve navbera kantonên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê.

 

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî vê yekê de, 110 parêzer û hiqûqnasên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nameyekê de bang li civaka navdewletî dikin ku nehêlin Tirkiye bikeve Sûriyê û serwerî û mafên gelên wî welatî binpê bike.

 

Wan parêzer û hiqûqnasan anîne ziman ku Tirkiye ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha dixwaze rêjîm û siyaseta wî welatî bide guhertin her wiha alîkariya rêxistinên terorîstî jî kiriye.

 

Di nameya wan hiqûqnas û parêzeran de hatiye gotin ku divê Netewên Yekbûyî, welatên cîhanê bi taybet Îran û welatên Rojhilata Navîn bi rêyên dîplomatîk nehêlin Tirkiye xaka Sûriyê dagîr bike.