Îran- 4 mamostayên kurd wek baştirîn mamosta hatin hilbijartin

Ormiye (Rûdaw) – 4 mamostayên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di Îranê de wek baştirîn mamosta hatin hilbijartin.

Di çarçoveya roja mamostayan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 13 hezar û 493 mamosta li parêzgehên ku tê de dersê dibêjin wek mamostayên herî baş hatin hilbijartin, di nav wan de 7 hezar û 127 mamostayên jin hene.

Li gorî medyaya Îranê, di nav wan mamostan de jî 46 kes di Îranê de wek baştirîn mamosta hatin hilbijartin ku 13 ji wan jin in.

Hat gotin ku di nav wan de 4 mamostayên kurd jî hene. Navên wan mamostayên kurd wiha ye:

Seidullah Izetî: Mamostayê sosyolojiyê li Îlamê

Efşîn Lihonî: Mamostayê dibistana seretayî li Merîwanê

Bêhrûz Mecîdî: Mamostayê kîmyayê li Seqizê

Enwer Îsmaîlîpûr ji Mehabadê

Li Îranê roja 2ê Gulanê wek roja mamostayan tê pîrozkirin.