Li 300 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka avê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Di van çend rojên borî de li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê ava vexwarinê bûye pirsgirêkek ciddî. Li bajarên wek Merîwan, Sine, Bane û Kirmaşanê tevî kêmbûna avê, ew ava digihe destê welatiyan jî qirêj û gemarî ye.

Şêniyekî Mihabadî di vîdyoyekê de dibêje, “Ava me herrî jê derdikeve û rengê wê reş e.”

Dîmenên ajeldarên gundekî parêzgeha Îlamê di medyayên fermî yên hikûmeta Îranê de hatine weşandin ku behsa gefa hişkesaliyê ya li parêzgehê dikin, bi taybet di rojên destpêkê yên sersala Kurdî de ku her kes li benda hewayê biharê ye. Lê kêmbûna avê bûye sedema telefbûna hejmareke ajelên gundiyan.

Wezareta Enerjiyê ya Îranê îsal zûtir ji sala bihorî hişyariyên li ser krîza avê weşandine. Par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku hişeksaliyeke zêde hebû, li 304 bajar û 10 hezar gundan pirsgirêkên avê hebû û hikûmetê tenê karîbû ji bo sê hezar gundan ava vexwarinê bi tankeran bişîne.

Roja Pêncşemê 31ê Adara 2022an Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Elî Ekber Mehrabiyan ragihand ku li 300 ji bajar û bajarokan ku di nav de hin navendên parêgezgehan jî hene, pirsgirêka kêmbûna avê heye.

Elî Ekber Mehrabiyan diyar kir ku hikûmet dê li gor girêbesteke li gel Supaya Pasdaran ava vexwarinê ji bo bêhtirî 10.000 gundên wî welatî dabîn bike.

Wezîrê Enerjiyê yê Îranê derbarê pirsgirêka kêmbûna avê di îsal de jî hişyariyê dide û dibêje, divê ji bo çandiniyê guhertinên cidî li ser metoda çandiniyê û cureyê bikaranîna avê bên kirin.

Krîza kêmbûna avê li Îranê yek ji wan pirsgirêkan e ku xelkê wî welatî bi salan e pê re rû bi rû mane. Par li 304 bajaran pirsgirêka avê hebû, îsal 101 bajar û bajarokên din tevlî vê hejmarê bûn. Pirsgirêka avê rê li ber nerazîbûnan vekiriye.