Parlamenterê Pîranşar û Serdeştê bang li hikûmeta Îranê kir: Sînor vekin!
Ormiye (Rûdaw) – Nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê li Parlamentoya Îranê daxwaz ji hikûmeta wî welatî kir, her çi zûtir deriyên sînorî ji kolberan re vekin.
Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê, parlamenterê kurd Resûl Xizrî, ku nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşarê ye, di civîna îro ya parlamentoya Îranê de, ji ber girtîbûna deriyên sînorî yên kolberiyê rexne li hikûmetê girt û got, %90 ji xekê deverên Pîranşar û Serdeştê debara jiyana xwe ji kolberiya sînor dabîn bikin, hûn çima sînor venakin?!
Resûl Xizrî bang li serokomar Hesen Rûhanî û Wezîrê Navxwe jî kir, her çi zûtir deriyên sînorî yên kolberiyê vekin.
Wî parlamenterê kurd anî ziman ku ji ber girtina sînor, rêjeya bêkariyê li deverên sînorî pir zêde bûye û ziyanek mezin li bazirgan û esnafan ketiye.
Zêdetirî 5 mehan e Îranê deriyên sînorî yên kolberiyê yên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, ku deriyên ne fermî ne, girtiye. Heta niha daxuyaniyek fermî li ser sedema girtina wan deriyan nehatiye dayîn lê çavdêrên siyasî dibêjin, Îranê ji ber çalakiyên hêzên kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê sînor girtiye.
Pêşmergeyên Rojhilatî yên li Başûr dimînin, nêzîkî 2 salan e ji kampan derketine û li ser sînor bicîh bûne.