Parlamentoya Îranê karê parlementeriyê bo 3 geran sînordar kir

04-03-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Parlamentoya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îranê projeyasaya sînordarkirina parlementeriyê li wî welatî pesend kir û li gor vê yekê, her parlamenterek li Îranê tenê dikare 3 caran li pey hev bibe parlementer.

 

Di civîna roja yekşemiyê ya Parlamentoya Îranê de, parlamenterên wî welatî biryar dan, ku her kesek tenê 3 caran bikare karê parlementeriyê bike.

 

Pêştir li Îranê ti sînorek bo dema karê parlamenteriyê nehatibû diyarkirin û hinek ji parlamenteran 4 û heta 5 caran li peyv hev di xûlên cuda cuda yên parlamentoya wî welatî de bibûne parlementer.

 

Eger ew yasa ji aliyê Encûmena Parastina Destûra Îranê ve bê pesendkirin, di hilbijartinên sala bê de, dê ew yasa bikeve warê cîbicîkirinê.

 

Bi pesendkirina vê yasayê, hejmarek ji parlamenterên naskirî yên Îranê nikarin careke din di hilbijartinên parlamentoyê de bibin berbijêrê parlementeriyê, ku serokê niha yê Parlamentoya Îranê, Elî Larîcanî û Cîgirê Serokê Parlamentoyê, Mesûd Pizişkiyan ji wan kesan in ku nikarin careke din beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin.

 

Herwiha ew yasaya nû, hejmarek parlamenterên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî li xwe digre, ku parlamenterê bajarê Bokanê û herwiha parlamenterê Urmiyê yê Azerî, Nadir Qazîpûr ji wan parlamenteran in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst