DAIŞê berpirsyariya teqînên li Îranê girt ser xwe

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kirman Îran Teqîn DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê berpirsyariya teqînên li parêzgeha Kirmanê ya Îranê girt ser xwe.

DAIŞê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku teqîn ji aliyê du xwekujan ve bi bombeyên ku li pişta xwe girêdabûn hatine kirin.

Li parêzgeha Kirmanê ya Îranê doh li ser rêya ku bîranîna 4emîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî lê dihat kirin 2 teqîn çêbûn.

Berî niha ajansa nûçeyan a IRNAyê ji zarê rayedarekî ku navê wî nehat zanîn ragihandibû ku kamerayên çavdêriyê bi zelalî nîşan didin ku kesekî xwe teqandiye.

Wî rayedarî diyar kir ku teqîna duyemîn jî “dibe ku” ji aliyê xwekujekî ve hatibe kirin, tevî ku piştrast nekirine.

Li gorî agahiyên wî berpirsê Îranî, yek ji wan teqînan 1.5 kîlometre û ya din jî 2.7 kîlometreyan dûrî gora Qasim Silêmanî hatiye kirin.

Di wan teqînan de herî kêm 103 kesan canê xwe ji dest da û 284 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst