Nivîskara Kurd Mujgan Kawûsî bi kefalet hate berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û çalakvana ji Rojhilatê Kurdistanê Mujgan Kawûsî piştî 104 rojan bi kefalet ji girtîgehê hat berdan.

Nivîskar û çalakvana ji Rojhilatê Kurdistanê Mujgan Kawûsî roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an ji Girtîgeha Qayimşehrê ya parêzgeha Mazenderan a bakurê Îranê bi dayîna kefaleta bi qasî 3 milyar tumenan (71,599 $) hat berdan.

Mujgan Kawûsî piştî destpêkirina xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê roja 22ê Îlona 2022an hatibû girtin.

Dadgeha Şoreşê ya Sarî ya parêzgeha Mazenderan a bakurê Îranê, nivîskar û çalakvana çandî ya Kurd Mujgan Kawûsî bi tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê, bêrêziya li rêberê Komara Îslamî ya Îranê û handana xelkê bo kuştinê” roja Pêncşemê 29ê Berfanbara 2022an bi 62 meh mayîna di girtîgehê de ceza kir.

Mujgan Kawûsî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi “belavkirina nepakiyê li cîhanê” jî hat tohmetbarkirin. Parêzerê Mujgan Kawûsî, Mazyar Tatayî bi tweetekê ragihand ku Mujgan Kawûsî ji wê tohmetê beraat kiriye.

Mujgan Kawûsî ji Kelardeşt a parêzgeha Mazenderanê ye. Ew lêkolîner, nivîskar, mamosteya zimanê Kurdî û çalakvana Kurd a navdar e li bakurê Îranê. Ew çalakvana Kurd di xwepêşandanên sala 2019an de jî hatibû girtin û 76 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û destpêka sala 2022an de hatibû berdan.