Îran: Dost û cîranên me jî petrolê ji me nakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Yekem ê Serokomarê Îranê, Ishaq Cehangîrî ragihand,  welatên dost û cîranên Îranê jî ji tirsa ceza û dorpêçên Îranê newêrin nefta wî welatî bikrin.

Ishaq Cehangîrî dibêje, Amerîka hemû riyên serekî yên kar û çalakiyên aborî yên Îranê girtine û diyar kir, kar gihîştiye wê astê ku heta welatên ku pêwendiyeke baş li gel Îranê hene jî newîrin petrola wî welatî bikirin.

Cehangîrî navê ti welatekê neanî ziman, lê belê ev yekemîn car e ku wisa bi awayekî zelal û aşkere berpirsekî pilebilind ê Îranê îtîrafê bi wê yekê dike, ku ew di firotina petrola xwe de rastî zehmetî û astengiyên gelek ciddî û mezin hatine

Bi gotina Cehangîrî, heta niha jî frotina nefta Îranê bi temamî nehatiye rawestandin û negehiştiye asta sifir, ku Amerîkayê bangeşeya wê yekê dikir û destnîşan kir, ew ji bo frotina petrola xwe li hinek riyên din digerin.

Berî dorpêçên Amerîkayê, Îranê rojane zêdetir ji 2 milyon û 500 hezar bermîlên petrolê difirot, lê niha derdora 100 hezar bermîlan difiroşe.

Hikûmeta Îranê ew çend meh in ku amarên rêjeya firotina petrola xwe aşkere nake.

Hevdem hikûmeta Îranê di projeyasaya bûdceya wî welatî ya bo sala dahatî de, pêşbînî kiriye ku bikare rojane 870,000 bermîlên petrolê bifiroşe, rêjeyek ku eger rewşa têkiliyên navbera Amerîka û Îranê her bi vî awayê niha bimîne, gelek zehmet e ku ew pêşbînî di pratîkê de bê cîbicîkirin.