ÎRAN – Agir bi navendeke rehabîlîtasyonê ket: 32 mirî, 16 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Îranê agir bi navendeke rehabîlîtasyonê ya kesên madeyên hişbir bi kar tînin ket.

Di encama şewatê de 32 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa IRNAyê, li ber peravên Deryaya Hazarê yê bajarokê Lengerûdê yê parêzgeha Gîlanê agir bi navendeke rehabîlîtasyonê ket.

Parêzgariya Gîlanê ragihand ku agir ji ber sobeyê derketiye û pê re perde şewitîne.

Parêzgariyê herwiha diyar kir ku gelek nexweş li navenda rehabîlîtasyonê bûn, şewat jî serê sibê derket.

Ev jî bû sedem ku hejmara miriyan zêde bibe.

Serdozgerê Gîlanê Sadiq Niyareki jî diyar kir ku di bûyerê de rêveberiya navenda rehabîlîtasyonê tawanbar hatiye dîtin.

Serdozgeriyê ragihand ku di çarçoveya lêpirsînê de rêvebirê navenda rahabîlîtasyonê hatiye girtin.