Îbrahîm Reîsî belgenameya destbikarbûna xwe ji destê Xaminêyî wergirt

03-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro di merasimekê de li Tehranê, Serokkomarê Nû Hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Reîsî belgenameya destbikarbûna xwe di vê postê de ji destê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xaminêyî wergirt.

Merasima dana belgenameya serokkomariyê li Mezargeha Ayetullah Ruhullah Xumêynî, damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê û bi amadebûna hejmarek ji berpirsên wî welatî hat lidarxistin.

Reîsî piştî wergirtina belgenameya destbikarbûnê ji destê Xaminêyî ragihand, “pêwîst bû min destê Rêber maç kiriba, lê ji ber rewşa Coronayê, ez ji derfetê bêpar mam.”

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî jî di merasimê de axavtinek kurt kir û pesnê kesayetiya Îbrahîm Reîsî, Serokkomarê Nû Hilbijartî yê welat da û got, “Reîsî di kampîn û dirûşmên xwe yên hilbiajrtinê de, giringî da nirxîn bingehîn ên şoreşa îslamî.”

Xaminêyî di biryara destbikarbûna Reîsî de, ew wek “kesayetê gelêrî û qîmet bilind, xweparêz û aqilmend ku rabirdûyeke geş a rêveberiyê heye”, bi nav kir.

Xaminêyî herwiha daxwaz kir, kabîneya hikûmeta nû di demeke nêzîkd e bê avakirin.

Rêberê Îranê saziyên ragihandinê û platformên medyaya civakî rexne kir û diyar kir, “hinek mirovên xurifî li nav welat dezgehên medyayî di ji bo berjewendiya dijmin bikar tînin û got, îro tevgera herî zêde ya dijin li dijî me, tevgera şerê nerm û medyayê ye.”

Bi gotina Xaminêyî, kesên ser bi hikûmetê ve di warê şerê nerm û medyayî de xemsarî kirine û weke pêwîst kar nekirine.

Di axavtina xwe ya kurt de, Rêberê Îranê ti behsa pirsgirêkên niha yê Îranê, wek belavbûna pandemiya Covid-19, aloziyên navbera Îran û Îsraîlê, rawestana danûstandinên ji bo vejandina rêkeftina atomî nekir.

Biryar e roja Pêncşemê 5ê Tebaxê, Îbrahîm Reîsî li parlamentoya Îranê wek 8mîn Serokkomarê Îranê sonda qanûnî bixwe û bi fermî dest bi kar bibe.

Li gor Destûra Îranê, piştî ku serokkomar di hilbijartinan de ji aliyê xelkê ve di dengdaneke nihênî de hat hilbijartin, divê Encûmena Parastina Destûr encamên hilbijartinan pesend bike, paşê Rêberê Îranê belgenameya destbikarbûna serokkomarê hilbijartî îmze û pesend bike. Piştre ew kes dikare di parlamentoyê de sonda qanûnî bixwe û bi fermî bibe serokkomarê welat.

Li gor qanûnê, Rêberê Îranê herwiha divê heta bidawîbûna dema serokkomariyê, çavdêriya wî bike û eger Serokkomar ji çaçoveyên diyarkirî derkeve, rêber dikare rewatiyê ji wî werbigre û ji kar dûr bixe.

Posta serokkomariyê li Îranê piştî rêberiyê, duyem posta bilind li welat e û li gor Destûra Îranê, Serokkomar berpirsê hikûmetê û desthilata cîbicîkirinê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst