50 xebatkar di binê axê de man

03-05-2017
RÛDAW
Nîşan Îran teqîn maden Azadşehr
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bakurê Îranê navçeya Azadşehr a ser bi eyaleta Gulistan di madena komiran de teqînek qewimî.

 

Li gor agahiyên destpêkê zêdetirî 50 karkeran di bin axê de man.

 

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand, teqîn li eyaleta Gulistanê li Madena Komiran a Zemestanyurtê qewimiye.

 

Li gor pêşbîniyan, hejmara xebatkarên ku di bin axê de mane ji 50yê zêdetir e û çapemeniya wî welatî diyar dikin, ku mirî jî hene.

 

Li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in û li gor agahiyan 18 karker hatine rizgarkirin û ew birîndar in.

 

Metirsî heye ku xebatkarên di binê axê de mane, jiyana xwe ji dest dabin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst