Hilbijartinên Îranê: Kurdan çend kursî bi dest xistin?

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Îranê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encamên destpêkê yên hilbijartinên xula 12emîn a Parlamentoya Îranê û xula şeşemîn a Civata Şarezayan hatin eşkerekirin.

Kurdan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 32 kursî bi dest xistin.

Roja 1ê Adara 2024an li 31 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li 60 hezar navendên dengdanê, hilbijartinên xula 12emîn a Parlamentoya Îranê bi rê ve çûn.

Parlamentoya Îranê ji 290 kursiyan pêk tê û 15 hezar û 200 berbijêr hebûn.

Encûmena Şarezayan a Rêberiya Îranê ji 88 endaman pêk tê û 144 kesan xwe wekî berbijêr destnîşan kiribûn.

Li gorî amarên Komîsyona Hilbijartinan a Îranê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 61 milyon û 172 hezar û 298 kes mafê wan ê dengdanê heye ku 30 milyon û 945 hezar û 133 kes mêr û 30 milyon û 227 hezar û 165 kes jî jin in.

Hilbijartinan demjimêr 08:00ê sibehê roja Înê dest pê kir û biryar bû demjimêr 18:00an bi dema Tehranê bi dawî were lê Komîsyona Hilbijartinan 3 caran dema wê dirêj kir û heta saet 00:00 şev berdewam kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Îranê heta niha rêjeya beşdariya hilbijartinan eşkere nekiriye.

Lê belê li gorî saziyên civaka sivîl ên Îranê rêjeya beşdariyê ji sedî 25an kêmtir e.

Hinek rêxistin dibêjin ku rêjeya beşdariyê li piraniya parêzgehan negihîştiye ji sedî 12yan jî lê tê çaverêkirin ku Wezaret îro encamên dawî eşkere bike.

Li gorî Komîsyona Hilbijartinan, rêjeya beşdariyê di hilbijartinên berê yên parlamentoyê de ji sedî 42.57 bû ku Tehranê bi rêjeya ji sedî 26.24 rêjeya herî kêm beşdariyê tomar kiribû.

Li gorî heman amaran, li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê di hilbijartinên borî yên parlamentoyê de rêjeya herî zêde ya beşdariyê bi rêjeya ji sedî 60.89 tomar kiribû.

Herî kêm li parêzgeha Sineyê bi rêjeya ji sedî 32.65 bû û li Urmiyeyê jî bi rêjeya ji sedî 48.32 xelk çûbû ser sindoqan.

Li Kirmaşanê jî ji sedî 42.85 û li parêzgeha Loristanê ji sedî 47.58ê xelkê deng dabû.

Kurdan ji 12 kursiyên Urmiyeyê 7 kursî bi dest xistin

Li parêzgeha Urmiyeyê 2 milyon û 564 hezar kes mafê wan ê dengdanê heye û 300 kes jî ji bo 12 kursiyên parlamentoyê bûne namzed.

Li parêzgeha Urmiyeyê ligel Kurdan Azerî jî dijîn, lewma hilbijartinên vê parêzgehê yek ji hilbijartinên hestyar ên her 31 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî Navenda Hilbijartinan a Urmiyeyê, Omer Elîpûr li herêma Makûyê 41 hezar deng bi dest xistine.

Ev yekem car e ku Kurdek li Makûyê dengên pêwîst bi dest dixe û dibe parlamenter.

Li Urmiyeyê Hakim Memekan û Şehên Cîhangîrî ku Kurd in û Selman Zakirê Azerî dengên pêwîst bi dest xistin.

Li herêma Şino û Nexedeyê ku li wan deran jî di navbera Kurd û Azeriyan de jî hevrikiyek hebû, Ebdulkerîm Husênzadeyê Kurd dengên pêwîst ji bo parlamenteriyê bi dest xistin.

Herwiha li bajarên Selmas, Saîn Qela û Xoyê yên Urmiyeyê ku Kurd û Azerî lê dijîn, namzedên Azerî dengên pêwîst bi dest xistin û bûn parlamenter.

Li gorî vê yekê, Kurdan li Mihabadê kursiyek, li Bokanê kursiyek, li Şino û Nexedeyê kursiyek, li Serdeşt û Pîranşarê kursiyek, li Urmiyeyê 2 û li Makûyê jî kursiyek bi dest xistin.

Li Sineyê 6 parlementerên Kurd hatin hilbijartin

Parêzgeha Sineyê xwediyê 6 kursiyên Parlamentoya Îranê ye û 184 namzed ji bo 6 kursiyên 5 bazineyên hilbijartinê hevrikî kirin ku Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Sineyê diyar kir ku ji sedî 25ê xelkê çûye ser sindoqan.

Li bazineya hilbijartinan a Bîcarê Elî Riza Zendiyan, li bazineya hilbijartinan a Qurwe û Dêwlanê Mihemed Resûl Şêxîzade, li bazineya hilbijartinan a Merîwan û Serwabadê Omîd Kerîmiyan, li bazineya hilbijartinan a Seqiz û Baneyê Mohsîn Bîglerî, li bazineya hilbijartinan Dîwandere û Kamyaranê Salar Mûradî û Mohsîn Fethî ji bo bibin parlamenter dengên pêwîst bi dest xistin.

Komisyona Hilbijartinan ragihand ku ji milyonek û 281 hezar û 569 dengderên Sineyê 39 hezar û 86 kes ango ji sedî 25an deng dane.

Çarenivîsa du kursiyên Kirmaşanê ne diyar e

Di hilbijartinan de 8 kursiyên parêzgeha Kirmaşanê li ser 7 bazineyên hilbijartinê hatin dabeşkirin.

Li Kirmaşanê 2 kursî diyar nebûn û derbasî gera duyem bûn.

Li bazineya Hewramanê ku Pawe, Ciwanro, Riwanser û Selasî Bawecanê li xwe digire Restgar Yûsifî, li bazineya Qesra Şîrîn, Serpêlî Zehaw û Geylanxerbê Fethulah Husênî dengên pêwîst bi dest xistin.

Mucteba Bexşîpûr li bazineya Sehne, Hersîn û Kengawerê û Wehîd Ehmedî li bazineya Sunqur û Kelyayê ji bo bibin parlamenter dengên pêwîst bi dest xistin.

Li Kirmaşanê ku hevrikiya ji bo bidestxistina 2 kursiyên parlamentoyê xurt bû ti namzedan nikarî ji sedî 20ê dengan bi dest bixin û çarenivîsa her du kursiyan ji gera duyem a hilbijartinan re ma.

Li Kirmaşanê milyonek û 641 hezar û 423 kes mafê wan ê dengdanê hebû û 208 kesan li 7 bazineyên hilbijartinan ji bo 8 kursiyên parlamentoyê namzed bûn.

Parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê xwediyê 9 kursiyên parlamentoya Îranê ye, di qonaxa yekem a hilbijartinan de çarenivîsa 7 kursiyan diyar bû, hilbijartina 2 kursiyan ji gera duyem re ma. Hemû kesên ku mezûn bûne Kurd in.

Li Loristanê Mihemed Husên Mihemedî, Elî Îmamîrad, Hemîd Riza Kazimî, Ruhulah Lek, Hemîd Riza Kazimî, Behnam Guderzî, Ebas Guderzî û Fatme Meqsûdî dengên pêwîst bi dest xistin.

Kurdan her 3 kursiyên Îlamê bi dest xistin

Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îranê, parêzgeha Îlamê li ser du bazineyan hatiye dabeşkirin.

Li Îlamê Ferîdûn Hîmetî û Sara Felahetî û Esadullah Çiraxî ji bo nûnertiya wê herêmê ya di Parlamentoya Îranê de dengên pêwîst bi dest xistin.

Li gorî amarên Navenda Amaran a Îranê, hejmara şêniyên Îlamê 617 hezar û 102 kes e û ji wan 477 hezar û 429 kesan mafê wan ê dengdanê heye.

Gera duyem a hilbijartinan

Wezareta Karên Navxwe ya Îranê heta niha roja lidarxistina gera duyemîn a hilbijartinên Parlamentoya Îranê diyar nekiriye.

Xula 11emên a Parlamentoya Îranê 4 sal berê 21ê Sibata 2020an hat lidarxistin lê ji ber ku hin namzed di gera yekem de herî kêm ji sedî 20ê dengan bi dest nexistin, çarenivîsa kursiyên wan di gera duyem de diyar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst