HAT NÛKIRIN - Li Îranê teqîn: 103 kuştî û 141 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî teqîn çêbûn û kuştî û birîndar hene.
Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku li eyaleta Kirmanê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî teqîn çêbûn.
Teqîn li ser rêya ku bibîranîna salvegera 4em a kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê ya dihat kirin, teqîn çêbû.
Di dîmenên hatin weşandin de wisa xuya dike ku beşdarên çalakiyê bi rev dûr dikevin û ambulans diçin cihê bûyerê.
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku teqînên li Kirmanê êrişên terorîstî ne.
Hat ragihandin ku di du teqîn çêbûne û di navbera wan de 10 xulek hebûn.
Di wan her du teqînan de hejmara kesên canê xwe ji dest daye derket 103yan û hejmara kesên birîndar bûne bû 141.
Dîmenên piştî teqîna Kirmana Îranê derketin holê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 3, 2024
Birîndar diqîrin û xelk alîkariya wan dike pic.twitter.com/abfbiz6jNi
Parlamentoya Îranê ji bo ku biçe bajarê Kirmanê û lêkolînan li ser êrişê bike şandeyek erkdar kir.
Nûnerê Civata Îslamî ya Encûmane navçeya Cîroftê ya parêzgeha Kirmanê Zebîhullah Azamî ragihand ku di êrişan de 4 teqîn pêk hatine.
Li Kirmana eyaleta Îranê, bi minasebeta salvegera 4em a kuştina Qasim Silêmanî bernameya bibîranînê tê lidarxistin.
Qasim Silêmanî di 3yê Kanûna Paşînê ya 2020î de ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin.
Li eyaleta #Kirman`ê ya #Îran`ê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî teqîn çê bûn û kuştî û birîndar hene pic.twitter.com/BvB1b4Va3E
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 3, 2024