Encûmena Asayişa Îranê: Di dem û cihê guncaw de tundtirîn tol dê were hildan

03-01-2020
RÛDAW
Nîşan Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îranê Qasim Sulêymanî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de civînek saz kir û piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, her wek Rêberê Îranê gotiye, “Bi awayekî herî tund tol dê bê hildan di dem û cihê gundaw de ji tawanbaran.”

Herwiha hatiye gotin, “Ew ên ku dilê wan bi vê tawanê xweş bûye bila bizanin ku ev êrişeke tirsonek e û Komara Îslamî ya Îranê dê ji siyaseta xwe ya xweragir paş ve gav neavêje.”

Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Komara Îslamî ya Îranê diyar dike, Amerîkayê bi kuştina Qasim Sulêymanî şaşiyeke stratejîk kiriye li Asya rojava û radigihîne, “Amerîka dê bi hêsanî ji encamên vê êrişa ku xelet hatiye hesabkirin nereve.”

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, îro Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.

Berpirsên pilebilind ên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwin û Rêberê Îranê ragihand: “Em dê toleke dijwar hildin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst