Zerîf: Ti saziyeke Komara Îslamî karê sipîkirina pere nake

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê di bin fişarê de ji gotineke xwe ya berê, ku gotibû, li Îranê di qebareyeke mezin de karê sipîkirina pere tê kirin, poşman bû û ragihand, ti saziyeke ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve karê sipîkirina pereyan nake.

 

Miheme Cewad Zerîf îro li ser daxwaza çend parlamenteran bo lêpirsînê, li parlamentoya Îranê amade bû û derbarê gotinên xwe yên heyamek berî niha yên di derbarê sipîkirina pere li wî welatî de bi çend parlamenterên ji çend komîsyonên parlamentoya Îranê re civiya.

 

Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Îranê nermtir ji berê di derbarê sipîkirina pere li wî welatî de axivî.

 

Zerîf got, sipîkirina pere li Îranê jî weke sipîkirina pere li hemû cîhanê ye, lê ti roleke saziyên ser bi Komara Îslamiya Îranê di sipîkirina pereyan de nîne.

 

Wezîrê Derve yê Îranê ku pêştir di daxuyaniyeke li gel televîzyona dewletî ya welatê de gotibû, li Îranê bi qebareyeke gelek mezin sipîkirina pereyan heye, vê carê gotina xwe sererats kir û da xuyakirin, karê sipîkirina pereyan li Îranê girêdayî bazirganiya qaçax a madeyên hişber, gendelî û xwevedizîna ji bacê ye û ti pêwendiya wê yekê bi saziyên ser bi Komara Îslamî ve nîne.

 

Zerîf got: “Weke kesekî ku hertim min berevanî li desthilata Komara Îslamî kiriye û min behsa rastiyan jî li hemû cihan kiriye, ev rast e ku li welatê me karê sipîkirina pere heye, weke ku li hemû welatên cîhanê heye. Baskirina vê rastiyê nayê vê wateyê ku hin kes li gel sipîkirina pere ne. Li hemû cihekê ew heye weke ku çend roj berî niha li Almanya û welatên din jî me dît. Giring ev e, ku em bi şêweyeke ciddî rûbirûyê sipîkirina pere bibin. Ev li hemû cihekê cîhanê heye, welatê me jî ji ber madeyên hişber, gendelî û ew derfetên ku jibo xwevedizîna ji bacê heye, têde pere tê sipîkirin. Giring ev e ku bi pesendkirina van projeyasayên ku hikûmetê dane parlamentoyê, ew qelîştek bêne girtin ku bi sedema wan, karê sipîkirina pere çê dibe. Ez hest dikim ku ji tevahiya desthilatê, ev peyman û îrade heye ku ev kar bê kirin, helbet weke ku min bas kir, hinek grûp renge ku berjewendiya wan di vê yekê de ye û bangeşeyê bikin, lê belê nayê vê wateyê ku ti saziyeke Komara Îslamî vî karî bike.”

 

Mihemed Cewad Zerîf ji ber daxuyaniya xwe ya berê ya derbarê sipîkirina pere li Îranê de, rastî gelek rexneyên tund ên rayedarên muhafizekar ên desthilata wî welatî hatibû û li ser wan gotinan, hejmarek ji parlamenterên îranî daxwaza encamdana lêpirsînê pê re kiribûn.